Haydar Şahin
05 Gulan 2020•Rojanekirin: 05 Gulan 2020
Piştî ku Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yê li rojhilatê Libyayê xwe bi yekalî wekî "serokê dewletê" îlan kir, Koma Kirîzê ya Navneteweyî bangî miteqîfên wî kir ku ji bo pêvajoya Neteweyên Yekbûyî (NY) birêva dibe were teqîbkirin bira zorê bidin wî.
Di analîza bi sernavê "Nirxandina hemleya li Libyayê ya Hefter" ya ku Kma Kirîzê ya Navneteweyî amade kir da cî dan tesîrên danezana siyasî ya ku Hefter di 27ê nîdanê weşandibû.
Li gor welatiyên Libyayê yên Hefter rexne dikin danezan nîşan dide ku Hefter nikare bibe şirîkê mizakereyan û di analîzê da wiha tê gotin: "Hemleya dawîn a Hefter ji bo şerê dijî wî bidomînin bû hinceteke din ûrîska domandina şerê trajîk zêde dike."
Di analîzê da wiha hat bangkirin, "Dibê mitefîqên wî ji Hefter ra bêjin ku bira gavên xwe carekî dîsa binirxîne, zorê bidin wî ku bira li gor pêvajoya NYye dimeşîne tevbigere."
Di analîzê da bal hat kişandin ku daxuyaniya Hefter a dibêje "Navbeynkariya bi piştgiriya NYyê ya li Libyayê ew ê bi hikûmeteke nû û nexşerêyeke nû biguherîne" û wiha hat gotin: "Ji bo koçê bidin sekinandin dibê piştgirên herêmî yên Hefter zorê bidin wî ku bira carekî dîsa bifikire."