Türkan Tosun
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
QUDIS
Artêşa Îsraîlê daxuyand fuzeyeke dijebalafir a ku ji Sûriyeyê hat avêtin ji hêla sîstemên parastinê ya hewayê hat xistin.
Di daxuyaniya artêşê da wiha hat gotin: "Fuzeyeke dijebalafir a ku ji Sûriyeyê hat avêtin ji hêla sîstema me ya parastinê ya hewayê va hat xistin."
Hat gotin li aliyê Îsraîlê kes nemiriye û tu xisar çênebûye.
Ji hêla din va ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê jî wiha daxuyand "Sîstemên me yên parastinê yên hewayê li rojavayê Şamê bersiv dan hedefên dijmin."
Ji sala 2011an vir va li Sûriyeyê şerê navxweyî dewam dike. Îsraîl car caran îdia dike ji Sûriyeyê û Girên Golanê roket tên avêtin û ji ber vê hincetê êrîşî hêzên Hizbullahê yên ku Îran piştgiriyê dide wan û cihên eskerî yên rejima Sûriyeyê dike.