Çağrı Koşak
13 Sibat 2023•Rojanekirin: 14 Sibat 2023
ÎSTANBUL (AA) - Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo piştgiriya kesên di erdhejên Meraşê da zirar dîtin bi alîkarî 3 hezar kon ji Tirkiyeyê ra şand.
Balyozxaneya Emmanê ya Tirkiyeyê ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand nêzî 3 hezar konên ku Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî temîn kir ji alî Hêzên Hewayî yên Tirk, Rêhewayên Tirk û Hêzên Hewayî yên Urdunê va sewqî herêmên erdhejê hatin kirin.
Di daxuyaniyê da ji meqamên NY û Urdunê ra hat spaskirin.