Haydar Şahin
08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
WASHINGTON
Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) guherînek kir ku teyareyên bêmirov ên taybet an jî ticarî çaxê li ser baregehên leşkerî bifirin bên daxistin.
Di daxuyaniya Pentagonê da hat diyarkirin ku Wezaretê der barê teyareyên bêmirov ên ku li nêzî baregehên leşkerî difirin da guherînek kir û guherînê veşartî bimîne. Di daxuyaniyê da hat gotin, "Wezaretê ji bo personelên xwe polîtîkayeke veşartî û spesîfîk a ku dibêje dema teyareyên bêmirov li der û dora tesîs û ciyên krîtîk dibînin çi bikin weşand."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku dibê hemû firînên teyareyên bêmirov li gor şert û mercên ku Rêveberiya Hewadariya Federal a DYAyê eşkere kiribû bên kirin, xêncî vê firînên ku bên kirin bêdestûr in.
Di daxuyaniya Pentagonê da wiha hat gotin:
Ji bo firînên bêdestûr ên li ser baregehên leşkerî em dixwazin ku pêvajoya darizandin û lêpirsîna edlî ya sivîl bên kirin. Em ê dest bi tevdîrên parastina hêzê nekin lêbelê heqê personelên wezaretê ye ku xwe biparêzin."
Berdevkê Pentagonê Mîralay Jeff Davîs di civîna çapemeniyê da mijar nirxand û diyar kir ku di nav guherînê da daxistin, peyakirin û destdayîna firokeyan heye.
Li DYAyê 130 baregehên leşkerî yên Amerîkayê hene.