Ahmet Aydın
26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Karê Derve yê rejima Beşşar Esed Welîd Muellim, di hevpeyvîna xwe ya ku da qenala rûsî ya televizyonê Russia Todayê got, "Kurdên Suriyeyê, di nava sînorên Sûriyeyê de cure xweseriyekê dixwazin û ev mijar ji guftugo û mizakereyê re vekiriye.
Muellim herwiha got, "Piştî xilasbûna têkoşîna dijî DEAŞê em dikarin ji siberojê li ser formulekê digel birayên xwe yên kurd rûnin." û anî ziman ku DYAyê gelek caran hevpeymanên xwe terk kiriye û pêdivê mirov dersê ji vê bigirê.
PKK/PYD û rejima Esed ku destpêka şerê navxwe de neketine pevçûneke berfireh, tê zanîn ku digel biwaran de hevkariyê dikin. Herdu alî pêkve qadên neftê diparêzin û di warê leşkerî de perwerde û operasyonên hevbeş encam didin. Tenê dema lihevlevakirina deverên di warê enerjiyê de dewlemend li Dêrazorê ku ji destê DEAŞê rizgar kiribûn, li hev nekiribûn û girjî ketibû nêv wan de.
Li gorî pîvanên nexşeyî yên AAyê, bi qasî 185 hezar kîlometroçarçikî axa Sûriyeyê, wate ji sedî 23yê wê, di jêr dagirkeriya PKK/PYDê de ye.