Önder Beyter
29 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Li Iraqê serokê Tevgera Sadrê Muqteda es-Sadr bang kir ku biryara hikûmetê ya qedexeya derketina derva ya ji ber xwepêşandanên li Bexdayê, were binpêkirin.
Sadr di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Her derê Bexdayê bikin mîna Meydana Tehrîrê. Binpêkirina qedexeya derketina derva karê egîdan e."
Fermandariya Operasyonên Bexdayê ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku dewam dikin, li paytextê ji bo saet 00.00-06.00 qedexeya derketina derva ragihand.