28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
BEXDA
Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşet Salihî diyar kir ku Pêşmerge dixwaze bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî (NY) vegere Kerkûkê û hişyarî da ku ev wê bibe sedema pirsgirêkan.
Salih daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo Pêşmerge vegere Kerkûkê ji NYê daxwaz kir ku bi hêzên asayîşa Iraqê ra navendeke operasyonê ya hevpar ava bike. Em wek Tirkmenên Iraqê û Eniya Tirkmenên Iraqê bangî hemû aliyên neteweyî, herêmî û gerdûnî dikin. Vegera Pêşmergeyan a Kerkûk û herêmên binîqaş wê pirsgirêkên mezin jî bi xwe ra bîne."
Salihî destnîşan kir ku meriv nikare qedera herêmê tenê ji înîsiyatîfa grubekê ra bihêle û wiha dewam kir, "Qelsiya ewlehiyê wê derkeve holê û PKK û DEAŞ di serî da ev wê ji bo çalakiyên hemû rêxistinên terorê zemîn amade bike. Ev rewş jî asayîşa Tirkmenan dixe talûkeyê."
Erşet Salihî bangî rêvebiriya Bexdayê kir ku bira erdnîgariya Kerkûk û Tirkmenan nebe mijara bazariyên siyasî û wiha dewam kir:
"Em wek Tirkmenan ji rêvebirên Tirkiyeyê jî hêvî dikin ku dema bi mixatabên xwe yên Iraqî ra axivîn, bira li ser vê mijarê bisekinin. Ewlehiya Tirkmen û herêmên Tirkmenan temînata ewlehiya Iraqê ye. Heta ku Tirkmen di ewlehiyê da nebin, Iraq wê nebe cihekî ewle. Lewra Tirkmen bingeha Iraqê ne."