16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
KERKÛK
Serokê Eniya Tirkmanên Iraqê Erşed Salihî li Kerkûkê bangî tirkmenan kir û xwest ku xwe biparêzin.
Salihî di axaftina xwe ya bidîmen de bangî tirkmenan kir û got ku "Hay ji hev hebin. Li Tûzxûrmatu û dora Kerkûkê pevçûnan dest pê kir. Nebin hedefa tu kesî û di çarçoveya derfetên xwe de çekên xwe hildin û li ber derî û li kolanan bisekinin, netirsin."
Salihî hişyariya dibe ku keêsn mensûbên DEAŞ an jî PKKya rêxistina terorê herêmên tirkmenan hedef bigirin û got ku "Ev roj rojên hesas in. Înşeallah ev roj jî xilas bibin û em bigihêjin ronahiyê."
Tê gotin ku li Tazexûrmatuya girêdayî Kerkûkê Tûzxûrmatuya girêdayî Salahaddîn di navbera Heşdî Şabî û pêşmergeyan de pevçûn diqewimin.