Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
KERKÛK
Tê diyarkirin ku li Kerkûka bajarê Iraqê ya ji hêla neftê va gelek dewlemende bi êrîşên demên dawîn li bajêr diqewimin va dixwazin fikra "bêyî Pêşmerge ewlehî pêk nayê" bi cih bikin.
Li bajarê Kerkûka ku di 16ê cotmeha sala 2017an da ji kontrola Pêşmerge derket û ji nû va ket destê rêveberiya navendî êrîşên çekdarî û bombeyî diqewimîn. Ji ber êrîş û bombeyan li ser mijara ewlehiya bajêr gelek niqaş hatin kirin û wan êrîşên li bajêr herî zêde jî tesîr li ser Tirkmenan kir.
Bi taybetî êrîş wek "sûîqast" tên kirin û gelek ji wan jî wek "kiryar nediyar" dimînin û ev yek jî qisaweta di navbera Tirkmenên ku li bajêr dijîn zêdetir dike.
Di hedefa êrîşan da bi taybetî siyasetmedar û hîndekar hene û kesên di nav Tirkmenan da pir hindik xwedî statuyekî ne jî ji vê bêpar nînin.
Tirkmenên ji Kerkûkê di 4 rojên dawîn da rastî 6 êrîşan hatin û 30 kes mirin ji 10î zêdetir kes jî birîndar bûn.
- Îdiayên di hilbijartinê da hîle hatiye kirin
Li Kerkûkê di 12ê gulanê da hilbijartina giştî hat kirin û Trikmenên li Kerkûkê îdia kirin ku Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajêr bi pergala perisandibû va di hilbijartinê da hîle kir bi vê gotinê Tirkmenan bi qasî mehekî xwe dan erdê û li kuçe û kolanan protesto li dar xistin.
Di çalakiyên ku Tirkmenan navê "şoreşa hêşîn" lê kirin da şêniyên Ereb jî piştevanî dan.
- Di hevdîtinên ji bo hikûmeta nû da bazirganiya li ser Kerkûkê
Ji aliyekî va ev geşedan qewimîn û ji aliyê din va jî wextê ku ji bo damezrandina hikûmeta nû ya li Iraqê hevdîtin dihatin kirin navê Kerkûkê gelek caran derbas bû.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan hin partiyên Şiî yên nêzî Îranê di dema hevdîtinên bi partiyên siyasî yên Kurd ra li ser mijara Kerkûkê sekinîn. Hat îdiakirin ku wan xwestiye bila Pêşmere ji nû va vegerin Kerkûkê û deverên kifşkirî ji nû va hildin bin kontrola xwe û ev yek di rojeva wan da cih girtiye.
Tê zanîn, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNK ji bo pişgiriyê bidin hikûmeta nû ya ku wê li Bexdayê bê avakirin wek şert dixwazin ku bila Pêşmerge vegere Kerkûkê.
Tirkmen û Ereb ji ber vê yekê bifikarin û dibêjin dema Pêşmerge ji nû va vegere bajêr ev yek tevlî kêmîstiqrariya li bajêr wê bibe sedema "şerê nijadî" jî.
- "Partiyên siyasî yên Kurd ji nû va li pey serweriya bi yek aliyî ne"
Serokê Bajarê Kerkûkê yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Kasim Kazanci rewşa dawîn a bajêr ji bo nûgihanê AAyê nirxand û got ku bi êrîşên bombeyî va piranî deverên Tirkmen lê dijîn wek hedef tên hilbijartin û ew "partiyên siyasî" yên dixwazin li bajêr ji nû va serweriyê bi yek dengî hildin bin kontrola xwe piştevaniya wan êrîşan dikin.
Kazanci di axaftina xwe da got ku PDK û YNKya partiyên siyasî yên Kurd piştevaniyê didin wan êrîşan.
- Fikra "Bêyî Pêşmergeyan îstiqrar nabe"
Rêvebirê Tirkmen Kazanci got: "Ew êrîş li taxên Tirkmen lê dijîn diqewimin û ev jî bernîşaneya herî diyar a ku hedef Tirkmen in. Partiyên siyasî yên Kurd ên ku serweriya wan a li bajêr bi dawî bû vê yekê qebûl nakin. Ew dixwazin nêrîna ku li Kerkûkê bêyî Pêşmergeyan îstiqrar û ewlehî pêk nayê bidin qebûlkirin. Tirkmen niha berdêla li dij derketina referandûma Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ya li gor makezagonê nebû û di hilbijartinê da deq û dolabên hatin kirin derxistin meydanê, didin.
- Şerê coxrafî
Alîkarê Serokê Meclisa Tirkmenên Iraqê Nîhat Kuşçû jî got: "Partiyên siyasî yên Kurd ên ku li bajêr serdestiyê winda kirin û di 16ê cotmehê da jî kontrola Kerkûkê ji destê wan derket niha dixwazin ku wê îstikrara ji bo bi cih bibe hewl tê dayîn, serobin bike."
Kuşçu destnîşan kir ku li Iraqê deverên Tirkmen lê dijîn şerê erdnigariyê diqewime û wiha pê da çû: "Êrîş li ser deverên Tirkmen lê dijîn tê kirin û tê xwestin ku bila ew civak li wir bê erd û ax bimînin."
Endamê Meclisa Ereb a li Kerkûkê Hatem Taîî jî di daxuyaniya da nûçegihanê AAyê da got: "Ev êrîşên perçeyekî lîstikên siyasî ne ji xwe ra îstiqrar, pêşketin û aboriya bajêr a pêşdikeve kirine hedef."
Taîî îdia kir ku ew êrîşên li bajêr diqewimin bi armanca partiyên siyasî yên Kurd ên demekî li wir serdest bûn vegerin, tên kirin.
Alîkarê Midûrê Weşana Kurdî ya Hawalê Burhan Silêman jî got ku ew Kurdên li Kerkûkê hemû êrîşên terorî yên zirarê didin bajêr red dikin û wiha dewam kir: "Bi êrîşên dawîn va kêmsaiya Pêşmergeyan a li Kerkûkê hat hîskirin. Bi taybetî jî terorîst ji aliyê başûrêva bi dizî dikevin bajêr û heke weke berê Pêşmerge li vir bûna ev tişt nediqewimîn."
Artêşa Iraqê di sala 2014an da ji ber DEAŞa rêxistina ji bajêr vekişiyabû û kontrola Kerkûk û derdora wê ji sê salan zêdetir ketibû destê Pêşmerge.
Hêzên girêdayî rêveberiya navendî ya Bexdayê di 16ê cotmeha sala 2017an da ketin bajêr û dawî li serdestiya Pêşmergeyên PDK û YNKyê yên li bajêr anîn. Rêveberiya Bexdayê bîrên neftê yên li bajêr jî kir bin kontrola xwe.