Türkan Tosun
20 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2023
Li Komara Tirkan a Bakurê Qibrîsê (KKTC) ji bo ku rê li ber zilm û zexta Rûman ya li ser Tirkan bê girtin û aştî pêk bê Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di sala 1974an da li Giravê Herekata Aştiyê ya Qibrîsê dan destpêkirin û ji ser wê ra 49 sal derbas bûn.
Nikos Sampsonê Serokê EOKAyê bi piştgiriya Yûnanistanê di 15ê Tîrmeha 1974an da ji bo ku Qibrîs bi Yûnanistanê va bê girêdan dijî Makarîos darbe kir.
Makarîos bi vê darbeyê va desthilatî hilda û mafên Tirkan yên desthilatiyê û yekîtiya axa wan binpê kir.
Li ser vê derbeyê, Tirkiyeyê li gor Peymana Garantiyê ya 1960î ewil li Londrayê gavên dîplomatîk avêt, lê Îngiltereyê bersiveke neyînî da Tirkiyeyê.
Ji ber ku Îngiltereyê bersiveke neyînî da, Serokwezîr Bulent Ecevît û Alîkarê wî Necmettîn Erbakan mafên garantoriyê bi kar anîn û ji bo ku ewlehiya Tirkên li Qibrîsê xirab nebe di 20ê Tîrmeha 1974an da biryar dan ku Herekata Aştiyê ya Qibrîsê bê kirin.
Bulent Ecevît der barê Herekata Aştiyê ya Qibrîsê da wiha bangî dinyayê kir: "Em di rastiyê da ne ji bo şer, ji bo aştiyeke ne tenê ji bo Tirkan, ji bo Rûman jî diçin Giravê."
Ev herekat bû sedem ku Yûnanistan Qibrîsê hilnede û hebûna gelê Tirk ê li Qibrîsê bê parastin.
Di Herekata Aştiyê ya Qibrîsê da eskên Artêşa Tirkiyeyê bi peraşûtan daketin Tengava Gîrneyê û ketin Qibrîsê.