Nihat Kavşut
20 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Abdulkadîr Kurtê li Wanê dijî û di dema Herekata Aştiyê ya Qibrîsê da li Çiyayên Beşparmakê li ser zinarên asê û hezar û 24 mêtro bilind tankê ajotiye ser neyaran û wek şofêrê "tanka efsane" tê zanîn şerê ku bi hevalên xwe ra meşandiye hê jî ji bîr nake.
Abdulkadîr Kurtê (66) dema li Tabûra Tankê ya Tumena 28emîn ya Enqereyê esker e û di 20ê Tîrmeha 1974an da wek şofêrê tankê tevlî Herekata Aştiyê ya Qibrîsê dibe piştî 45 salan hê jî dema şer ji bîr nake.
Kurtê li navçeya Ercişê cotkarî dike der barê bîranînên xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Abdulkadîr Kurt diyar kir bi tanka ku di nav efsaneyên herekatê da cî digire çûnê ciyên ku aqilê kesî nedibirî û got ku me ji bona welat, gel û alayê herekatê kir.
Kurt destnîşan kir li Çiyayên Beşparmakê ji zinar û qendalan ber bi hedefên xwe va çûne û wiha axivî: "Ji bona alîkariya komandoyan em çûn Çiyayên Beşparmakê. Wexta em pêşva diçûn tanka me çû ser mayînê û mêtroyek û nîv rabû hewayê û xisarê dît. Ji çar aliyan va gule berdidan me. Xwedê alî me kir û me got yan em ê bimirin yan jî em ê firsendê nedin wan. Me di nav tankê da 6 saet şer kir û li ber xwe da. Li dora me diqîriyan û em netirsiyan. Ber destê sibehê ji mecbûrî vekişiyan."
Abdulkadîr Kurt destnîşan kir wê rojê hê jî ji bîr nake û got ku her dem amade me ji bona yekîtî û bihevrabûna welêt têkoşînê bidim.