Eşref Musa,Ethem Emre Özcan
08 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2022
Ji ser Hereketa Kaniya Aştiyê ra 3 sal derbas bû û bi saya xebatên Tirkiyeyê yên di qada binesazî, perwerdehî û xizmetên sihetê da kir rewacê reng û rûçikê navçeyên Til Ebyad û Resûleynê xweş guherî. Bi saya xebat û projeyên îstihdam û pêşxistinê va vegerên ber bi herêmê va zêde bûn.

Tirkiyeyê 3 sal berê li bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kiribû û armanc ew bû ku korîdora terorê ya dixwestin li ser sînorê başûr yê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û aştî û aramî li herêmê bi cî bibe.

Tirkiyeyê di çarçoveya xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî da ku xwedî heqê xwe parastinê ye se sal berê di 9ê Cotmeha 2019an da li Sûriyeyê YPG/PKKya rêxistina terorê di serî da li hemberî rêxistinên terorê ku ji bo ewlehiya sînor û Tirkiyeyê talûke bûn, dest bi Herketa Kaniya Aştiyê kir.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 9ê Cotmeha 2019an da ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞê dest bi Hereketa Kaniya Aştiyê kirin.

Artêşa Tirkiyeyê di dawiya roja ewil a operasyonê da saet di 22.30yî da derbasî axa Til Ebyadê bû ku li rojhilatê Feratê bû.

Di dawiya hereketê da nêzî 4 hezar kîlometre qere qad ku nêzî 600 gom, gund û tax lê hebûn, ji terorê hatin rizgarkirin.
Nûçegihanên AAyê kar û xebatên li herêma Hereketa Kaniya Aştiyê ku ji terorê hatine rizgarkirin, berhev kirin.

Bi saya xebatên di qada tenduristî, perwerdehî û xizmetê hatin kirin da vegera ber bi herêmê zêde bûn û nifûsê herêmê gihîşt 250 hezar kesî.
Li navçeyên Til Ebyad û Resûleynê ku ji terorê hatin paqijkirin 10 cihên tenduristiyê, 2 navendên diyalîzê, navendeke tedawiya fizîkê, navendeke xwîn û talasemiyê, 3 navendên aşiyê, laboratuvara PCRê û 2 klînîkên mobîl hene.

Li herêmê bi kordîneya Tirkiyeyê 485 dibistan hatin amadekirin û 49 hezar xwendekarî dest bi perwerdehiyê kir.