Haydar Şahin
08 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2022
Li Îranê piştî çend rojên ku parî aram derbas bûn protestoyên ji bona Mehsa Emîniyê dîsa dest pê kirin.
Li Tehrana paytextê Îranê di rojên dawîn da çalakiyên xwendekarên lîseyê û zanîngehê hebû, lê îro nîvrokî protestoyên ji bona Mehsa Emîniyê dîsa dest pê kirin.
Li kolanên Welêsr, Cimhûrî, Şerîf Metro û Keşawerzê, li Parka Danişcûyê û derdora Meydana Înqilabê û gelek herêmên bajêr di heman demê da dîsa çalakiyan dest pê kirin.
Çalakvanan dijî rêvebiriyê dirûşim berze kirin û hêzên ewlehiyê midaxele kirin.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûberagan binpê kir" hatibû binçavkirin û di pey ra ketibû komayê, li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Cinazê Mehsa Emîniyê di 17ê îlonê da li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinazeyê li Tehran û bajarên rojavayê Îranê xwepêşandanan dest pê kiribû.
Bi qasî du rojan çalakî kêm bûbûn lê di 1ê Cotmehê da bi vebûna zanîngehan va çalakî, zêde bûn.