Haydar Şahin
02 Tebax 2019•Rojanekirin: 03 Tebax 2019
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got dikarin ji bo Venezuelayê blokaj û karantînayê bifikirin lêbelê qala hûrgiliyan nekir.
Trump li hewşa Qesra Sipî pirsên rojnamevanan bersivand û piştî demeke dirêj cara ewil der barê Venezuelayê da daxuyanî da.
Trump li ser pirsa "Gelo hûn ji bo Venezuelayê blokaj an jî karantînayê difikirin?" got "Erê difikirim".
Trump pirsên li ser mijarê yên din nebersivand.
Rêveberiya Amerîkayê bi eşkeretî piştgiriyê dide Juan Guadîoyê Serokê Meclisa Neteweyî yê ku Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê meşrû nabîne û xwe wekî serokê dewletê yê berwext îlan kiribû.
Amerîkayê gelek caran Venezuelaya ku lê kirîza siyasî ya mezin heye bi midaxeleya eskerî tehdîd kiribû.