09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
WASHINGTON
Li DYAyê namzedê Komarparêzan Donald Trump gelekî nêzîkî wê hejmara delegeyan bû ku were hilbijartin. Trump bi serkeftina xwe ya li eyaleta Georgia, Utah û Iawoyê va hejmara delegeyên xwe derxist 264î.
Di hilbijartina serokatiya DYAyê da ferqa di mabeynê namzedê Partiya Komarî Donald Trump û namzeda Demokratan Hillary Clintonê da berdewam e.
Herwiha Trump li eyaletên krîtîk ên mîna Ohio, Florida û Carolinaya Bakur bi ser ket û herî dawî Georgia, Utah û Iawo jî bi dest xistin û gelekî da pêşiya reqîba xwe.
Trump bi vê encamê va hejmara delegeyên xwe yên lijneya hilbijêriyê derxist 264î.
Trump bona ku bibe serok, pêdiviya wî bi tenê bi 26 delegeyan heye.
Li eyaleta Arîzona û Mîchîganê deng hê tên jimartin û li van eyaletan Trump li pêş e. Hejmara delegeyên van her du eyaletan jî bi tevahî 27 e.
Clintona ku namzedê Partiya Demokrat e jî li 17 eyalet û li paytext Washington DCê qezenc kir. Bi tevahî hejmara delegeyên ku Clintonê qezenc kiriye 215 e.
Heta niha li 42 eyaletan û li Washîngtona paytext encamê hilbijartinan kifş bûne. Li eyaletên din jimartina dengan hê dewam dike.
Di rêjeya dengan ya giştiyê welêt Trump li pêş e. Rêjeya reyên Trump ji sedî 48,2, rêjeya reyên Clintonê ji sedî 47,2 ye.
Ji bo ku namzedek bibe serok divê ji 538 delegeyên bijartî yên eyaletan herî kêm 270 delegeyan qezenc bike.
- Qamyon kişandin deriyê otelê
Hat ditîn ku ji bo ewlehiya Hîllary Clîntonê ku piştî encamên hilbijartinê biaxive qamyonên tijî xîz kişandin deriyê Otela Peninsulayê.
Hat diyarkirin ku ji bo Donald Trump jî qamyonên tijî xîz kişandin deriyê Otela Midtownê.
- New York bi kelecaneke mezin li hêviya encama hilbijartinê ye
Gelê Amerîkayê li qada Tîmesê û gelek cihên New Yorkê yên cuda bi kelecaneke mezin li hêviya encamên hilbijartinê ne.
Encamên hilbijartinê û hejmara delegeyên ku herdu namzedan qezenc kir li ser avahiya Empîre Stateyê ya ku sembola New Yorkê ye demildest tê nîşandan.
- Clintonê spas kir
Dema ku li eyaletên ji bo encama hilbijartinê qrîtîkin namzedê Partiya Komarparêzan Donald Trump bi ser ket, namzeda Demokratan Hîllary Clîntonê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û ji ekîba xwe ra spas kir û got: "Îşev çi dibe bila be, ez ji bo her tiştî spas dikim."
Li Calîfornîayê nêzî navenda hilbijartinê êrîş
Hat ragihandin ku li Calîfornîaya eyaleta DYAyê li nêzî navenda hilbijartinê ji ber gule reşandinê ji 4 kesên birîndar bûn yek mir û êrîşkar jî hat kuştin.
Rayedaran ragihand ku rewşa du kesên birîndar pir xedar e û êrîşkarê ku bi polêsan re şer kir jî li maleke derdorê mirî derket.
Polêsan diyar kirin ku eleqeya êrîşê û hilbijartinê bi hev ra tune, bûyer li nêzîkî navenda hilbijartinê qewimiye û ev jî tesaduf e.
Hilbijartina Senato û Meclisê
Li DYAyê xêncî encama hilbijartina serok encama hilbijartina Meclisa Nûneran û ya Senatoyê jî eşkere dibin.
Li gor encamên ku fermî nînin Komarparêz hem di hilbijartina Meclisa Nûneran hem jî di hilbijartina Senatoyê da li pêşiya Demokaratan e.
Li gor encama sandiqên ku hetanî nika hatin eşkerekirin Komarparêzan 205 Demokaratan jî 138 wekîl şandin Meclisa Nûneran.
Hilbijartina Senatoyê da jî Komarparêz li pêşiyê ne. Hat ragihandin ku li gor encamên ku hetanî nika hatin eşkerekirin Komarparêz gihîştin 48 endaman, Demokrat jî gihîştin 46 endaman.