Türkan Tosun
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 13 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump got wî tu carê negotiye ku wê kingê êrîşî Sûriyeyê bikin.
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Min tu carê negot kingê êrîş wê Sûriyeyê bê kirin. Di demeke pir nêz de dibe ku bibe, an jî ewqas di nêz de dibe ku nebe! Çi dibe bila bibe, Amerîka di bin rêvebiriya min de ye, herêmê ji DEAŞê paqijkirinê de karekî pir baş kir. Ka spasiya Amerîkayê li ku ye?"
Duh piştî ku Rûsyayê got li hember erîşên moşekê ewê Sûriyeyê biparêze Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama operasyonê ya li hember Sûriyeyê dabû.
Trump di peyama xwe de wiha gotibû: "Rûsyayê gotiye çi moşekan bavêjin Sûriyeyê ew ê lêxin. Wê çaxê amade be Rûsya, lewra waye moşek tên, him jî moşekên baş in, yên nû ne û biaqil in. Divê hûn nebûna şirîkê wî heywanê kujer ê ku bi xazê va gelê xwe dikuje û ji vê kêfê hildide."
Rejîma Esed 7ê nîsanê li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê çekên kîmyayî bi kar anîbû û 78 sivîl hatibûn kuştin.
Amerîkayê pêşnûmayek pêşkeşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiribû ku êrîşa çekên kîmyayî ya li hember Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê lêpirsîneke serbixwe û zelal bê kirin. Lê Rûsyayê ev pêşnûma veto kiribû.
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya NYê Nîkkî Halleyê jî wiha gotibû: "Konseya Ewlehiya NYê tevbigere jî tevnegere jî Amerîka wê teqez bersivê bide vê êrîşa kîmyayî."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotibû li hember rejîma Esed alternatîfa eskerî jî di nav de hemû îhtimal tên fikirîn. Heke di vê êrîşê de berpirsyariya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî hebe ewê jî bedelê bide.