Elif Orhan
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ANKARA
Serokê DYAyê Donald Trump got "Ez destûrê didim ku Japonya û Koreya Başûr ji DYAyê gelekî ekîpmanên eskerî yên pêşketî bistînin"
Trump ji ser hesaba xwe ya Twîtterê parvekirinek kir û got "Ez destûrê didim ku Japonya û Koreya Başûr ji DYAyê gelekî ekîpmanên eskerî yên pêşketî bistînin"
Duh ji Qesra Spî daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû gotin ku Turmp di mijara ceribandina bombeya hîdrojenê ya Koreya Bakur a di 3yê îlonê de bi Serokdewletê Koreya Başûr Moon Jae-în û Şansolyeya Almanyayê Angela Merkelê re li ser telefonê xeber daye û dabûn zanîn ku serok dijî tehdîda Koreya Bakur di nav helwesteke hevpar de ne.
Di daxuyaniyê de dabûn zanîn ku Trump di xeberdana xwe ya bi Moon re de di prensîbê de tesdîq daye ku astengiyên li ser kapasîteya fuzeyan a Koreya Başûr bên rakirin û bi bihayê çend milyar dolarî çek bifroşe vê welatê û cî dabûn gotina "Her du serok li hev kirin ku hemû amûrên di destê xwe de bi kar bînin û tehdeya li ser Koreya Bakur zêde bikin."