Hakan Çopur
31 Adar 2025•Rojanekirin: 05 Nîsan 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku li gorî ka Îranê di mijara nukleerê da xwe bide ber peymanekê yan na, ew ê mueyîdeyên îlawe têxin dewrê.
Serokê Amerîkayê Trump gava ji Floridayê vegeriya Washingtonê ku tetîla dawiya hefteyê lê derbas kir, di balafirgehê da ji bo rojnamegeran rojev nirxand.
Trump dema bersiva pirsa gelo li dijî Îranê mueyîdeyên îlawe dê bên sepandin yan na, da wiha got:
"Çend madeyên mueyîdeya îlawe hene. Li dijî Îranê bacên me yên gumrikê yên îlawe hene û heger em tu pêşveçûnê nebînin, em ê di nav çend hefteyan da van cîbicî bikin. Em vê gavê cîbicî nakin. Di mijara bacên gumrikê yên îlawe yên dijî Îranê da em ê li gorî wê yekê biryarê bidin ka dê peymanê bikin yan na. Heger peymanekê bikin, wê gavê em ê tu wextî baceke gumrikê ya nû nesepînin."
Trump got bi ya wî, baştir e ku Îranê xwe bide ber peymanê û her wiha îdia kir ku heger na, ev yek dê ji bo Tehranê ne baş be.
Trump her wisa got ku baweriya wî heye ku Îran dê di mijara nukleerê da peymanê pêk bîne.