Ahmet Dursun
31 Adar 2025•Rojanekirin: 02 Nîsan 2025
Li Îrana ku Eyda Qurbanê îro tê pîrozkirin, nimêja eydê hat kirin.
Li eyaleta Tehranê yên xwestin nimêja eydê bikin, Mizgefta Musallayê ya Îmam Xumeynî di serî da, berê xwe dan gelek mizgeft û mescidan.
Di bernameyan da piştî diayan, nimêja eydê hat kirin û dia hatin kirin.
Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney li Mizgefta Musallayê ya Îmam Xumeynî ya li paytext Tehranê li qada servekirî nimêja eydê da kirin.
Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di serî da peywirdarên payebilind ên sivîl û eskerî û her wiha qelebalixiyeke mezin a jin jî di nav da beşdariya nimêjê kirin.
Xameney dû ra xutbeya nimêja eydê xwend.