İbrahim Atmaca
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
BRUKSEL
Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Têkiliyên Derva û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock ra axivî û ragihand ew mitabiq man ku li Xûtaya Rojhilatê biryara agirbestê demildest were sepandin.
Mogherini û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Însanî ya NYê Lowcock ra li Brukselê hevdîtin kir û piştra daxuyaniya nivîskî da. Mogherini diyar kir ku ew di hevdîtinê da li ser rewşa heyî ya li Sûriye, Yemen, Somalî û Arakanê sekinîn.
Mogherini got, "Divê biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya NYê demildest û tam li Xûtaya Rojhilatê were sepandin û em li ser vê mijarê mitabiq man." û got ku bi vî hawî pevçûn wê bi dawî bibin, sivîl wê werin parastin û alîkariya însanî ya acîl wê bigihêje cihê xwe.
YE û NY di meha nîsanê da wê hevserokatiya Konferansa Brukselê ku naveroka wê "Ji bo Paşeroja Sûriye û Herêmê Piştgirî" ye, bikin. Mogherini bal kişand ku ew ji bo Konferansa Brukselê li ser mijarên amadehiyê jî sekininî û destnîşan kir ku konferans ji bo gelê Sûriyeyê derfet e ku piştgiriya navneteweyî berhev bike.
Her wiha Mogherini got ku ji bo çareseriya krîza penaberên Arakanê Yekîtiya Ewropayê wê piştgiriya xwe bidomîne, wê bi hikûmetên Bangladeş û Myanmarê ra diyaloga çêker bidomîne.