Elif Orhan
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim ji Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras re ji bo lehiya ku li herêma Attîka ya Yewnanistanê rabû, peyama taziyeyê şand.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê hat dayîn Serokwezîr Yildirim ji ber lehiya ku duh li Attîkaya herêma Yewnanistanê qewimî û bû sedema mirinê ji Çîprasê Serokwezîrê Yewnanistanê re peyam şand û sersaxî dayê.
Serokwezîr Yildirim di peyama xwe de destnîşan kir ku di rojên wiha dijwar de Tirkiye digel Yewnanistanê di palpiştiyê de ye û amade ye ji bo alîkariyê.