07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
PARÎS
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland, ji bo êrîşa terorê ya li Stenbolê qewimî, peyama sersaxiyê weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Ewropayê da Jangland got ku êrîşî însanên bêsûc û guneh kirin, em êşa gelê Tirkiyeyê parve dikin.
Di peyama Jaglanda cih dan van îfadeyan:
"Li Stenbolê êrîşeke kujer hat kirin, gelek însanên bê sûc û guneh mirin û gelek jî birîndar bûn. Gava ku min ev xeber bihîst ez xemgîn bûm. Êrîşên wiha bêmerhemet li dijî me hemûyan tên kirin. Ez sersaxiyê didim malbatên ku eqrebayên wan di bûyerê da mirin."
Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz di peyama li ser medyaya civakî weşand da, êrîş şermezar kir û wiha got: "Ez vê êrîşa şermezar dikim. Bila serê hêzên ewlehiyê û malbatên yên di êrîşê da mirin sax be."
Ji aliyê din va Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hîdalgoyê jî li ser medyaya civakî peyam weşand, sersaxî da malbatên kesên di êrîşa da mirin û Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş.