21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
ANKARA
Bi destê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovî (ÎHH) li taxa navendê Mehmûdiyeya Efrînê ya ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê da ji rêxistina terorê PYD/PKKyê hat rizgarkirin, alîkariya nan, konserve, maqirne û avê da 2 hezar malbatî.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya weqfê, Berpirsê Çapemeniyê yê Xebatên Sûriyeyê yê Maseya Kilîsê ya ÎHHyê Ali Îmran Durman diyar kir, piştî ku navenda Efrînê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hat xilaskirin, wan alîkariya mirovî ji xelkê sivîl ra bir û wiha got, "Li vir pêwîstiya herî bilez a însanan nan, av û xida ye. Em jî di vê çarçoveya da ji roja ku Efrîn hat rizgarkirin vir va hewl didin ku alîkariyên xwe bigihînin wê derê."
Durman diyar kir ku firinên li Efrînê saxlem nînin da ku nan derxin û herwiha bal kişand ku ew ê di rojên pêşiya me da ji bo xelkê Efrînê firin û aşxaneya mobîl bişînin.
- Alîkariyên ÎHHyê yên ji bo Efrînê
ÎHH ji firina li Navenda Lojîstîk a li navçeya Reyhanliyê rojê 30 hezar nanî ji bo malbatên Efrînî dibe.
ÎHH ji roja ewil vir va alîkariya mirovî dibe deverên ku di çarçoveya operasyonê da hatin rizgarkirin û herwiha ÎHH alîkariyên xwe yên ji bo xelkê sivîl didomîne.