LONDRA
Piştî ku 400 zarok di keştiya ku di ava Behra Spî da çûbû xenîqîn saziyên civaka sivîl bi daxuyaniyan va yek û yek Ewropayê rexne dikin. Gemma Parkîna berdevka saziya civaka sivîl a bi navê "Save the Children"ê wiha got: "Meriv di Behra Spî da dixeniqin welatên Ewropayê xwe ker dikin û destûrê didin. Ev ji bo Yekîtiya Ewropayê rûreşî ye."
Save the Childrenê do bangî welatên YEyê kiribû ku bira xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku sala par navber dabûnê dîsa bidin destpêkirin.
Gemma Parkîna berdevka saziyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Divê meriv pêşiyê bizanibe ku ev kesan bersûc nînin qurban in. Em bêjin hûn li qeraxê dimeşin û dibînin ku zarokek di avê da dipilpite, ma hûnê bihêlin bixeniqe? Naxêr hûnê birevin û wî xilas bikin. Ewropayê navber da xebatên lêgerîn û xilaskirinê û xwe ker dike ku penaber bimrin. Ev ji bo Ewropayê rûreşî ye."
Parkînê destnîşan kir ku bi germbûna hewayê ra gelek kesên ji welatên xwe birevin û derkevin rêwîtiya behrê û wiha pê da çû: "Ji ber ku li Libyayê rewş xirab bû em dibînin ku li gor salên berê zêdetir kes hewl didin ku birevin. Di zivistana zor da me dît ku meriv ji welatê xwe direvin û derdikevin rê. Ji ber vê yekê di meha sibatê da 200 kes xeniqîn. Di meha nîsanê da jî 400 kes xeniqîn."
Gemma Parkînê diyar kir ku daxwaza penaberên qaçax bi tenê ji bo jiyanê ye, ji bo pêşeroja xwe bi zarokên xwe va xwe diavêjin rewşeke xeternak û dikevin destê qaçaxçiyên mirovan. Parkînê wiha pê da çû:
"Wek mînak, min bi çend kesên ji Xezeyê û Somaliyê ra xeber da. Dibêjin ku dayik û eqrebeyên wan ditirsin ku derkevin derva herin ji markêtê tiştekî bikirin. Hin caran jî ditirsin ku herin xwendigehê. Dibêjin dibe ku em bên kuştin."
Berdevk Parkînê eşkere kir ku ji kesên ku hewl didin bi penaberî xwe biavêjin Îtalyayê malbat ji Sûriyeyê ne, kesên ku bi serê xwe tên jî ji Somalî, Erître û Gambiyayê ne.
YEyê sala par biryar dabû ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi hev ra na her welat bi serê xwe bide dewamkirin. Ji ber vê yekê jî di van demên dawiyê da di felaketên ku li perava Îtalyayê diqewimin da bi tenê hêzên perava Îtalyayê dikarin midaxele bikin û alîkarî têrê nakin.
Li bendê ne ku welatên YEyê di meha pêşiya me da bicivin û li ser budçeya ku ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê tê veqetandin biaxivin. Saziya Save the Childrenê bi kampanyaya îmzeyê va ji siyasetmedarên Îngiltereyê dixwazin ku bira li ser hevpîşeyên xwe tesîrê bikin ku pirsgirêk bên çareserkirin.
Komiseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku ji serê salê hetanî îro 900 kes di Behra Spî da xeniqîn. Ev hejmar li gor heman dema sala par ji sedî 50 zêde bûye.