Elif Orhan
31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Biryara ku piştgirî dide hewldanên Tirkiye û Rûsyayê yên ji bo dawîlêanîna şîdeta li Sûriyeyê û lezdayîna hevdîtinên siyasî li Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) bi yekdengî hat qebûlkirin.
KENY piştî ku li Sûriyeyê di rûniştina girtî de li ser mutebakata agirbestê ya ku li Sûriyeyê ket meriyetê hevdîtin kir ji bo pêşnûmaya qanûnê ya ku Rûsya û Tirkiyeyê pêşkêşî Konseyê kir deng da.
Biryara ku piştgirî dide hewldanên Tirkiye û Rûsyayê yên ji bo dawîlêanîna şîdeta li Sûriyeyê û lezdayîna hevdîtinên siyasî li Konseya Ewlehiyê ya NYyê bi yekdengî hat qebûlkirin.
Biryar her wiha dixwaze ku li tevahiya welêt demildest arîkariya mirovahiyê "acîlen, ewledar û bêasteng" bigihînin û ber bi dawiya meha kanûna paşîn di navbera rejim û mixalifan de li Astanaya paytextê Kazakistanê bi hêsankeriya NYyê mizakere dest pê bikin.