31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
IDLÎB/ANKARA
Li Sûriyeyê hêzên rejimê bi êrîşên ku li 33 cihan dikin mutebakata agirbestê ya ku bi garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê bi mixalifên çekdar re kirin îxlal dike
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên di xetên eniyan de sitandin û berhev kirin piştî ku agirbest şeva din ket rewacê, îxlalên artêşa Beşar Esed û komên terorîst ên biyanî yên alîgirên rejimê berdewam dikin.
Hêzên rejimê bi tevahî li 33 cihan li hin cihan bênavber hin cihan jî bi navber êrîş dike.
Mixalif ji ber ku ji duh ve êrîş bi dawî nebûn car carna bertek nîşan didin.

Cihên di bin kontrola mixalifan de yên ku hêzên rejimê îxlala agirbestê dikin ev in:
- Li bajarê Hemayê navçeya Xalfayayê, bajarokên Eqreb, Latamna, Ziyaret, gundên Etşan û Sukeyk.
- Li bajarê Helebê navçeyên Kafr Hemra û Xedir, gundên Museybin, Buweyda û Burdayê.
- Li bajarê Îdlibê navçeya Cisr eş-Şuxur û (çolwarê Cebel ez-Zewiye) gundê Kafr Uweyd.
- Li bajarê Humsê navçeyên Rastan û Til Bîse, bajaroka Şaerşur, taxa Waer.
- Li bajarê Derayê navçeyên Tafas û Deraa Balat, bajarokên Qariye û Yadudiy, Herêma Gumrikê ya berê.
- Li herêma Xuteya Rojhilat a paytext Şamê semtên Cisrîn, Huş el-Wedariye û Duma, Arbîn, Cobar û Zamalka.
- Gundên Newala Baradayê ya li Çolwarê rojava ê Şamê yên wekî Dêr Qanûn, Huseyniye, Besîme û Eyn el-Fîce.
- Li bajarê Quneytrayê bajaroka Cebbase el-Haşeb.
- Tirkiye ji Rûsyayê xwest ku bikeve dewrê
Piştî ku duh hêzên rejimê dest bi îxlalkirina agirbestê kirin rayedarên Karên Derve û ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi mixatabên xwe yên ûris re têkilî danîn.
Rayedarên tirk îxlal ragihandin aliyê ûris û ji bo ku hêzên rejimê yên ku garantoriya wan dike van êrîşên xwe bide sekinandin bikeve dewrê.
Li Sûriyeyê agirbesta di navbera aliyên ku pev diçin duh şev bi saeta herêmî di saet 00.00an de (bi saeta Tirkiyeyê 01.00an de) ketibû meriyetê.
Heke agirbesta ku Tirkiye û Rûsya garantoriya wî dikin bi ser bikeve rejim û mixalif dê bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê li Astanaya paytextê Qazakistanê dest bi mizakereyên siyasî bikin.