WASHINGTON
Ji ber ku rêvebiriya Barack Obama li Sûriyeyê piştgirî da PYD/PKKyê û pêvajoya îadekirina Fetullah Gulenê pêşengê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi derengî xist, di sala 2016an da têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê di heyamên dawîn da xirab bûn.
Ji ber ku DYAyê piştgirî da YPGya hêzên çekdar a PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê, di dawiya sala 2016an da di navbera Enqere û Washingtonê da qeyran derket.
Hefteya borî rexneyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku got, "DYA tevî PYD/PKK, YPG û DEAŞê li Sûriyeyê piştgiriyê dide rêxistinên terorê" tesîreke mezin li ser rêvebiriya Obama çêkir.
Piştî ku Balyozê Enqereyê yê DYAyê got "DYA çekan nade YPGyê. Evqas", Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva jî wiha got, "DYA çekan dide YPGyê. Evqas" û qeyran kûrtir bû.
- DYAyê sala 2015an da dest pê kir û çek dan PYDyê
Her çiqas qeyrana di navbera DYA û Tirkiyeyê da ya li ser "çekdayîna PYDyê" teze xuya bike jî DYAyê sala 2015an da dest pê kir û çek dan PYDyê.
Koalîsyona di pêşengiya DYAyê da dawiya sala 2014an dema ku DEAŞê Kobanî dorpêç kir, cara ewil ji hewayê da çek dan YPGyê.
Hat ragihandin ku alîkariya çekan di rêbendana 2015an da hatiye kirin û bi paraşutan çek avêtin Kobaniyê. DYAyê bi hinceta têkoşîna li dijî DEAŞê dawiya sala 2015an êdî bi awayekî rûtîn alîkariya çekan da û çekdaran perwerde kir.
DYAyê bernameya "techîz û perwerde bike" ya ku ji muxalifên nerm pêk dihat kir rewacê û bi tenê 154 kes hatin perwerdekirin û ji wan kesan qismek tevlî çek û cebilxane beşdarî El Nûsrayê bûn û li ser vê jî Qesra Spî di îlona 2015an da ragihand ku bername hat sekinandin.
Dema "techîz û perwerde bike" ya nû û SDG rastî heman demê tên
Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) piştî çend hefteyan ragihand ku bernameya "techîz û perwerde bike" ji nû va kirin rewacê. Pentagonê destnîşan kir ku ji komên hilbijartî ra ji bo dijî DEAŞê bên bikaranîn wê çek û cebilxane bê dayîn û teqwiyeya cebilxaneyê bê kirin.
Di dema van rûdanan da PYDya baskê PKKê ya li Sûriyeyê jî ragihand ku wan koalîsyona Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDG) yên ku ji komên biçûk pêk tên, ava kir.
DYAyê pakêta cebilxaneyê ya ewil di 15ê cotmeha 2015an da ji hewayê bi sîwaneyê (paraşût) avêt û rêxistinê jî ji ser medyaya civakî parve kir ku wan ji çek û cebilxaneyên artêşa DYAyê anî xwarê qismekî ji xwe ra hildan.
Piştî vê rêveberiya Obama got ku di dawiya meha cotmehê da yekîtiya hêzên taybet a ku ji 50 kesî pêk tê li bakurê Sûriyeyê di mijara perwerdehiya taktîkê da wê komên li dijî DEAŞê şer dikin perwerde bike.
Li ser van rûdanan ji dawiya 2015an vir va têkiliyên di navbera Washington-Enqereyê piçekî sisit bûn. Li ser rexneyên Tirkiyeyê rayedarên ji Amerîkayê digotin: "Me çek nedaye rêxistinê, me çek û cebilxane da komeka ku di bin baskê Koalîsyona Ereb a Sûriyeyê ku li dijî DEAŞê di bin banê SDGê da şer dikin" Lê navê Koalîsyona Ereb a Sûriyeyê cara ewil wê demê hat rojevê û çavkaniyên herêmî jî ji avakirina komeke wisa bêhay bûn.
Serdanên McGurk ên Kobanê
Di meha sibatê da Nûnerê Taybet Têkoşîna bi DEAŞê ra yê Obama Bret McGurk di meha sibatê da kampa rêxistinê ya li Kobanê ziyaret kir û ev jî ji nakokiyên DYAyê yên di mijara polîtîkaya Sûriyeyê da bû yeke din.
Li ser vê ziyaretê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rêveberiya Obama bi zimanekî tund hişyar kir û ji Washingtonê xwest ku bila "di navbera rêxistinên terorê û mutefîqê xwe yê NATOyê da tercîhekê bike."
Lê McGurk di 19ê gulanê da cara duyemîn kampên rêxistinê yên li Sûriyeyê ziyaret kir û bi vê yekê rêveberiya Obama piştgiriya ku didin PYD/PKKê careke din nîşan dan.
Hat hînbûn ku Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ên DYAyê Orgeneral Joseph Votel havînê qampên PYDê ziyaret kiriye. Carter Qebûl kir ku alîkariyê didin PYDê.
Pentagon her tim îdia dike ku sîlah û cebilxaneyê nadin PYD/PKKê lê belê Wezîrê Parastina DYAyê Ash Carter di civîna budçeyê ku di nîsanê da li Kongreyê hat kirin da li ser israra Lîndsey Grahamê Komarparêz ê Senatorê Carolînaya Başûr got ku "PYD şaxa PKKê ya li Sûriyeyê ye" û qebûl kir ku "DYA alîkariya leşkerî dide vê komê".
DYAyê piştgiriyeke kêm da Mertalê Feratê
DYAya ku dijî DEAŞê bi sewqiyata sîlahan û alîkariya ji hewayê va piştgirî da PYDê, hat ragihandin ku bi 100 êrîşên hewayê va piştgirî da Herekata Mertalê Feratê ya ku Tirkiyeyê di 24ê tebaxê da bi Artêşa Sûriyeya Azad ra da destpêkirin. Çaxa ku SASyê Dabiq ji destê DEAŞê xilas kir û berê xwe da El-Babê eva piştgiriya ji hewayê jî hat sekinandin.
Yekeya Hêzên Taybet a ku ji 100 kesî pêk tê ya ku Pentagonê ji bo sitandina El-Raî û Dabiqê şandibû jî demekê paşda hatin kişandin.
Eva tevgera durûtî ya ku DYAyê nîşan da wek "Obama di têkoşîna dijî DEAŞê da semîmî nîne" hat şîrovekirin.
FETOya gilêya duduyan ay têkiliya Tirkiye û DYAyê
Ji alîkî va têkoşîna dijî FETOyê ya Tirkiyeyê dewam dike, ji aliyê din va her kesî berê xwe da ye DYAyê ku li Gulenê serkêşê FETOya ku di 15ê Tîrmehê da hewl da derbeyê bike malxweyîtiyê dike.
Çaxa ku hewla derbeyê ya xundar dewam dikir ji DYAyê daxuyaniya ewil Wezîrê Karên Derva John Kerry hat. Di daxuyaniya ku li Moskovayê dabû da Kerry di got dixwazin ku "li Tirkiyeyê hizûr û îstiqrar dewam bike", nîşan nedabû ku di vê derbeyê da li aliyê hikûmeta meşrû ya hilbijartî ne.
Ya rastî bi şev eşkere bû ku hêzên çekdar jî tev li Tirkiyeyê tu kes piştgiriyê nade derbeyê paşiyê Obama paşê jî li ser navê Wezîrê Karên Derva Kerry daxuyanî hatin. Di herdu daxuyaniyan da jî dihat gotin ku DYA "li aliyê hikûmeta hilbijartî ye" û "derbeyê şermezar dikin".
- Ziyareta Bozdag ya Washîngtonê
Di meha çiriya pêşîn de Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag li Washingtonê bi Wezîrê Dadê yê DYAyê Loretta Lynch ra hevditînek kir û wiha got: "Ji bo ku em girîngiya vê meseleyê nîşanî wan bidin ka ji bo Tirkiyê çiye em hatin vê derê."
Tirkiyê di vê meseleyê de heta niha ji DYAyê ra 4 dosye şandine. Rayedarên DYa jî bi tenê gotin "lêkolînen me yên li ser dosyeyên îadeyê didomin."
Tê gotin ku piştî Trump wezife hilda polîtikayên wî yên der barê FETO û PYDê wê têkiliyên Tirkiyê û Amerîkayê tayîn bike.