Muhammet Kurşun
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
KERKÛK
Xelkê Kerkûkê ji ber birîna ava Çemê Zêyê Biçûk Îran protesto kirin.
Welatiyên ku li Parka Kelehê civiyan bi dovîzên di destê xwe de li dijî Îranê xwepêşandan li dar xistin.
Yek ji çalakvanên xwepêşandanê Çalak Îbrahîmê Kerkûkî, bo peyamnêrê AAyê wiha axivî:
"Îrana ku em wek cîran dibînin ava ku Xwedê daye me dibire. Sedem çi dibe bila bibe di vê germa havînê de gerek ev nekira."
Îbrahîm got welatê wan ji bêaviyê zehmetiyê dikişîne û eger ev pirsgirêk bidome dê pirsgirêk mezintir bibe.
Hunermend Seyid Îhsan jî got birîna avê wek kuştina mirovan e.
Îhsan Îran şermezar kir û got divê problemên siyasî wek ceza neyên ser xelkê û xelk bedelê vê yekê nedin.