Türkan Tosun
01 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Welatiyên Tirk ên ku ji hêla hêzên Xelîfe Hafter va li Libyayê dîl hatibûn girtin, hatin berdan.
Li gor agahiya çavkaniyên dîplomatîk 6 keştîvanên welatiyên Tirkiyeyê yên ji hêla hêzên Hafter va li Libyayê dîl hatibûn girtin, hatin berdan.
Hat ragihandin xebatkarên Tirk bi xwediyên şirketa ku lê dixebitin va vegeriyan keştiyê û bi daxwaza xwe biryar dan ku li Libyayê xebata xwe bidomînin.
Piştî ku hêzên Xelîfe Hafter 6 welatiyên Tirkiyeyê dîl girtin Wezareta Karên Derva xwestibû ew bên berdan û ji bo vê daxuyaniyek weşandibû.
Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: "Li Libyayê dîlgirtina şeş welatiyên me yên ji hêla hêzên milîs ên neqanûnî yên girêdayî Hafter çalakiyeke eşkiyatiyê û cerdê ye. Em bendê ne welatiyên me heman bên berdan. Heke neyên berdan hêzên Hafterê wê wek hedefên meşrû bên qebûlkirin."