Önder Beyter
01 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Li herêma Agatu ya li ser eyaleta Benue ya Nîjeryayê di navbera gavan û cotkaran da şer derket, di encamê da 12 kes hatin kuştin.
Berpirsê Herêma Agatuyê John Ikwulono di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li herêma Agatu ya li ser eyaleta Benueyê di navbera gavan û cotkaran da şer derket.
Ikwulono wiha got, "Di pevçûnan da gelek kes hatin kuştin, lêbelê heta niha cesedên 12 kesan hatin dîtin."
Ikwulono diyar kir ku di şer da gelek kes jî birîndar bûn, mal hatin şewitandin û ji zêdetirî 100 serî dewarî jî telef bûn.
Li herêma navborî gelek carî di navbera gavan û cotkaran da şer derdikeve.
Fulanî ku koçî başûrê welêt kirine da ku heywanên xwe biçêrînin, îdia dikin ku cotkar êrîşî wan dikin û dixwazin heywanên wan bidizin.
Herwisa tê îdiakirin ku gavanên Fulanî jî li herêm û deverên başûrê welêt ku xelkê wê bi piranî Xirîstyan e, hewl didin û li peyê wê yekê ne ku nêrîn û dîtinên alimê Îslamê yê sedsala 18emîn Şêx Osman Dan Fodio belav bikin.