NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber ceribandina moşekan xwest ku ambargoya li ser Îranê bê firehkirin, lê li ser vê bi hev nekir.
Di KENYî de li ser ambargo û xebatên nukleerî yên Îranê hat sekinîn.
Serokê Lijneya Kirdariyên li ser Îranê û Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Awusturalyayê Gary Quînlan, di brifînga ku da KENYê de li ser cerabandinên moşekan ya ku Îranê par kiribû sekinî. Quînlan bilêv kir ku ev xebatên ku Îran dike binpêkirina ambargoya NYyî ye û ji ber vê jî divê sînorê ambargoya ku li ser Îranê ye bê firehkirin.
Quînlan diyar kir ku hin endam weke wî nafikirin. Ji ber ku hemû endam xwediyê heman fikrê nînin dê nekaribin sînorê ambargoya li ser Îranê fireh bikin.
Li gor çavkaniyên dîplomatîk, hat diyarkirin ku dewleta Çîn û Ûris ceribandinên moşekan ya Îranê weke binpêkirina biryarên NYyê nabînin.
Îranê dest nîşan kir, îdiaya Emerîka û Dewletên Ewropayê ya ku dibêje "Îran ceribandina çekên nukleerî dike." qebûl nake û diyar kir ku biryara ambargoya NYyî jî qebûl nakin.