Ahmet Aydın
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza Brîtanyayê bi rûniştineke girtî li ser pêşhatên Arakanê civiyan.
Piştî civînê Nûnerê Daîmî yê Birîtanyayê yê li NYê Matthew Rycroft daxuyanî da rojnamevanan.
Rycroft destnîşan kir ku derbarê Myanmarê de hevdîtinek baş kirine û wiha got, "Ji ber bûyerên li Myanamrê em bi fikar in. Em hemî bûyerên tundiyê şermezar dikin. Em bangewaziyê hêminiyê li hemî aliyan dikin."
Nûner Rycroft anî ziman ku hemî endaman hi bo Arakanê piştevaniya pêşniyarên di rapora Annan de kirine û îfade kir ku ti belgeyeke fermî ji civîna KENYê derneketiye tenê rewşa dawîn nirxanindine.
"Ev civîn ji bo Myanmarê peyamek bû"
Rycroft destnîjan kir ku ew civîn ji bo Myanmarê peyamek bû û wê di şopandina pêşhatan de berdewam bin.
Nûnerê Brîtanî eşkere kir ku li ser mijara gelo Bangladêş wê Rohîngyayiyan qebûl bike yan na, jî axivîne û got, "Em Bangladêşê tebrîk dikin û herwiha em dixwazin ku deriyê xwe ji bo penaberan vekirî bihêle."