Nihat Kavşut
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
WASHINGTON
Koreya Bakur bersiv da daxuyaniya Donald Trumpê Serokê DYAyê ku gotibû "wê rastî xezebeke nedîtî bên."
Kîm Rak Gyomê yekeya rêvebirina moşekan a Koreya Bakur îdare dike daxuyanî da KCNAya ajansa fermî ya dewletê û ji bo Trumpê gef li rêvebiriya Pyongyangê xwar wiha got "aqilê xwe wenda kiriye."
Kîm diyar kir Koreya Bakur li texma Girava Guamê ya li ser Deryaya Pasîfikê wê dest bi operasyona leşkerî bike û wiha got: "Xebatên ji bo moşekên qederê 30-40 kîlomêtro li behrê dikevin wê heta dawiya mehê bigihêje encamê û peyra jî em ê li benda fermana Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur bisekinin."
Kîm Rak Gyom diyar kir gotinên Trump "tewşomewşo û bêbingeh in" û wiha got: "Bi kesê aqlê xwe wenda kiriye ra diyaloga aqlêselîm çênabe, ew tenê ji hêzê fehm dike."
Kîm der barê operasyona Guamê da jî wiha got: "DYA li başûr û derdora nîvgirava Koreyê çalakiyên bê ser û ber dike û wê ev operasyon rê li ber bigire."