Nihat Kavşut
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
ŞAM
Rejima Beşar Esed li paytext Şamê êrîşî herêma Xutaya Rojhilat ya di nav "herêmên bêpevçûn" da ye kir û di nav da zarok 5 sivîl hatin kuştin.
Siraç Mihemedê Berdevkê Parastina Sivîl yê li Şamê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir rejima Esed li beldeya Kafr Batnayê bi topan 8 caran êrîş kir.
Mihemed diyar kir di êrîşan da 5 sivîl hatin kuştin û gelek avahiyan jî zirar dît.
Xutaya Rojhilat di cîvîna Astanayê ya 3-4ê gulanê di nav Tirkiye, Îran û Rûsyayê hat kirin da hildan nav 4 "herêmên bêpevçûn."