Ferizat Kaya
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
BEXDA
Balyozxaneya Bexdayê ya DYAyê ragihand ku ji bo sivîl û rayedarên Amerîkayê yên li Iraqê, tehdîdên revandinê tên kirin, divê xebatkar baldar bin.
Balyozxaneyê di daxuyaniy xwe da wiha got: "Bala me lê ye ku dijî xebatkar û welatiyên me yên li Iraqê, tehdîdên revandinê tên kirin. Li ser vê yekê Balyozxaneya me li xebatkarên me qedexe kir ku ji herêma şîn (ewle) û Besrayê derkevin."
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku welatiyên Amerîkayê yên li Iraqê dixebitin an jî ji bo gerê hatine bila baldar bin.
Tevlî Bexdayê, li Besra û Hewlêrê jî Balyozxaneyên DYAyê hene.