Fatma Esma Arslan Özdel
01 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2024
Li Senegalê di çarçoveya Karnavala Dakarê da meşa kortejê hat lidarxistin.
Meşa kortejê ya Karnavala Dakarê ya li paytext Dakarê îsal ji bo cara 5emîn hat lidarxistin, li Qada Serxwebûnê dest pê kir.
Korteja bi sedan mirovî ya ji komên nijadên cuda û reqasên nerîtî pêk tê û cilûbergên xwemalî liberkirî, meşiya Şanoya Mezin.
Di dema meşê da ya ku dîmenên rengîn derxistin holê, însanan bi dilê xwe wêne kişandin.
Karnavala Dakarê ji bo nasandina bingeha çandî û nijadî ya Senegalê ji 2019an û vir va tê lidarxistin.