18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 19 Mijdar 2016
ANKARA
Di operasyona Mertalê Feratê da 80 hedefên DEAŞê û hedefeke PKK/PYDyê hatin bombekirin û di operasyonê da sitargeh, kozik, çek û wesaîtên rêxistinên terorê hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkan da hat diyarkirin ku di serî da DEAŞ operasyona Mertalê Feratê ku li dijî rêxistinên terorê di 24ê Tebaxa 2016an da dest pê kir, di roja 87emîn da dewam dike.
Hat diyarkirin ku di saet 07.00an da li herêma Qeredaxê komên ku ji mixalifan pêk tê li Ereb, Wêran, Maşibayn, Eceller, Zamaqah û Qandarliyahê kontrolê bi dest xistin û xebatên paqijkirina mayîn û teqemeniyan dewam dikin.
Hat ragihandin ku di pevçûnan da mixalifek şehît ket, 18 mixalif birîndar bûn, 4 endamên PYD/PKKê û endamekê DEAŞê hatin berterefkirin.
Di agahiyan da hat diyarkirin ku li herêma El Kufayrê ya li rojavayê El-Babê di êrîşa bi çekên piçûk va da leşkerekê Tirkiyeyê, di êrîşa bi tankşikênê va hat kirin da jî 2 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn û birîna wan kûr nîne.
Di agahiyan da hat destnîşankirin ku ji 9 destpêka herekatê vir da mixalifan hezar û 760 kîlometreqere erd hilda kontrola xwe.
- Li hedefên DEAŞ û PYDê xistin
Ji aliyekî din va jî 80 hedefên DEAŞ û hedefeke PYD/PKKya rêxistinên terorê û gelek mewziyên parastinê, sitargeh û tesîsên kontrolkirina fermandariyê û çek hatin îmhekirin.
Hêzên ewlehiyê heta niha 3 mayin û 12 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, îmhe kirin.
Dîsa 39 mayinên di erdê de çalkirî û hezar û 587 teqemeniyên bi destçêkiri îmhe kirin.