Haydar Şahin
24 Îlon 2020•Rojanekirin: 25 Îlon 2020
Parastina Sivîlan a Sûriyeyê (Kumsipî) li Îdliba bajarê li bakurê welêt kuçe û kolanên di êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wê da bûne xirabe rêça şer paqij dikin.
Ekîbên Parastina Sivîlan li Erîhaya navçeya Îdlibê ji bo xirabeyên ji şer mane paqij bikin û kuçeyan serast bikin bi navê "Hêviya kesên vedigerin malê" va kampanya dan destpêkirin.
Hesen Ehmedê ji Berpirsyarên Ragihandin û Medyayê ya Parastina Sivîlan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo rêça şer a di jiyanê da paqij bikin kampanya dan destpêkirin.
Ehmed wiha got: "Ji bo xizmetê bidin sivîlên piştî agirbestê vedigerin malên xwe me kampanya da destpêkirin, 35 xebatkarên me bi 15 makîneyên kar va beşdarî kampanyayê bûn."
Ehmed destnîşan kir ku xirabeyên li kuçe û hin meydanan radikin, kevirên peyarêyan boyax dikin û hewl didin bajar kaw xanê bike.
- Rewşa Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kir.