01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 02 Nîsan 2016
ANKARA
Çavkaniyên ewlekariyê gotin ku kuştina Mîhraç Uralê bersûcê êrîşa Reyhanliyê û fermandarê milîsên xizmetkarê rejima Esed rast e.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, hêzên mixalif di êvara 29ê adarê da bala xwe dabûn ser Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê ya ku nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye û mêze kirin ku bi konvoyê leşker û milîsên teze tînin bajêr û ev rewşa nirxandin.
Mixalifan tesbît kirin ku Ural û hin fermandarên rejimê jî hatine baregehê û biryara êrîşê dan.
Mixalifan êrîş kirin û topên 120 û 90 milîmetreyê avêtin baregehê.
Di demeke kin da ambûlans hatin baregehê û gelek mirî û birîndar sewqî nexweşxaneyan kirin.
Di kontrolên li nexweşxaneyan da hat tesbîtkirin ku Ural jî di nav da kesên ku anîn nexweşxaneyê da ye.
Sibetira rojê Ural li Kadahaya navçeya Lazqiyeyê ya ku jina wî ji wê derê ye hat binaxkirin.
Berdevkê leşkerî yê Ehraruşşama koma mixalif Yusif el-Mixacir daxuyaniya ku di 29ê adarê da dabû nûçegihanê AAyê da diyar kiribû ku êrîş bi destê koma wan hat pîlankirin û hat kirin, di nav miriyan da Mîhraç Ural jî heye.
Uralê fermandarê şebihayên xizmetkarê rejima Esed
Mihraç Uralê ku sala 1956ê li Antakyayê ji dayik bûye, di sala 1982an da ji hebseke Tirkiyeyê fîrar dike û direve Sûriyeyê.
Jina Ural, Malak Fadel xizma malbata Esed bû, bi vê sayê têkiliyên baş digel Cemîl Esedê birayê Serokê Sûriyeyê yê berê Hafiz Esedî danîn. Bi xêra îmtiyazên ku bi vê rêyê bidest xistin, li Sûriyeyê dewlemend bû.
Ural piştî destpêka Rebîul Erebê (Bihara Erebî) û serhildanên gelê Sûriyeyê di destpêka sala 2012an da, rêxistina "Eniya Gel ya Rizgariya Senceqa Îskenderûnê - Berxwedana Sûriyeyê" rakir ser piyan.
Di heman salê da kurê wî Bedredîn Îbrahîm Ural jî di nav artêşa Sûriyeyê bi pileya teymeniyê destbikar bû.
Ural bi milîsên bi xwe va girêdayî bû serwerê herêmên weke Qeseb û Basit yên Lazqiyê. Navê Uralî di 3yê gulana 2013an da, tevli tevkujiya gundên Banyas û Beydaya nêzîkî deryayê bû, di wê tevkujiya herdu gundên sunnî da 150 kes hatibûn kuştin ku piraniya kuştiyan jin û zarok bûn.
Ural di 11ê gulana 2013an da, di êrîşa bombeyî ya li Reyhanliya navçeya Hatayê da jî cih girtibû. Li gorî îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ku lêpirsîna bûyerê dikir, Mihraç Uralê terorîst ew çalakî digel îstixbarata Sûriyeyê plan kiribû û bîzatîhî di êrîşê da cih girt.
Uralê serkirdeyê Rêxistina Berxwedana Sûriyeyê, herwiha di nav damezrînerên THKPC/Acilcilera ku ji Eniya Partiya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) veqetiyan da cih girtibû. Herwiha demeke dirêj di nava rêveberiya Acilcilerê da ma.