Haydar Şahin
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Lûtkeya Lîderan a G-20ê ya ku biryar e 2 rojan bidome li Hamburga bajarê Almanyayê dest pê kir.
Seroka Heyamê ya Lûtkeya G-20ê û Şansolyeya Almanyayê Angela Merkelê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Hamburgê pêşwaziya mêvanan kir.
Piştî pêşwazîkirinê, lîderên G-20ê di civîna "Têkoşîna Dijî Terorê" da hatin ba hev.
Piştî civîna ku kêmzêde 2 saetan ber xwe bide ew ê wêneya malbatî bikişînin û derbasî rûniştina bi sernava "Mezinbûna Kurewî û Bazirganî"yê bibin.

Lîder û hevserên wan ew ê piştî civîna duyem a "Pêşketina Dewamdar, Îklim û Vejen"ê derbasî Salona Konsêrê ya Elbphilharmonieyê bibin û li wê derê muzîka klasîk guhdarî bikin.
Di roja 2yan lûtkeyê da jî du runiştin hene, ya ewil "Hevkariya bi Afrîqayê ra, Koç û Tenduristî" yê ye." Piştî vê civînê jî civîna "Dîjîtalbûn, Hêzdarkirina Jinan û Îsdixdam"ê ew ê dest pê bike.
Di dawiya lûtkeya ku ji 65 welatan 4 hezar û 800 rojnamevan teqîb dikin da ew ê civîna çapemeniyê ya Serokatiya G-20ê bê kirin. Li bendê ne ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew ê di dema lûtkeyê da bi gelek serokan ra were ba hev.