Türkan Tosun
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
ANKARA
Li Las Vegasa bajarê Emrîkayê di mihrîcaneke muzîkê de êrişeke biçek hat kirin. Li gor agahiyên ewil di êrişê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên nexweşxaneyê daxuyandin li bajarê Las Vegasê nêzîkî otela Mandalay Bayê di qada konserê de êrîşeke bi çek hat kirin, 2 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ji 70 birîndaran rewşa 12 kesan giran e.
Li gor şahidên bûyerê êrişkar herî kêm kesek bû û êrişî kesên ku beşdarî mihrîcanê bûbûn, kir.
Hat ragihandin êrişkar hat berterefkirin.
Li ser medyaya civakî di dîmenên ku hatin parvekirin de dengê çeka otomatîk tê û gelek kes ji qada mihrîcanê direvin.
Rayedaran balafirgeh û hin cihên Las Vegasê ji çûyîn û hatinê re girtin.