Haydar Şahin
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2018
BERLÎN
Ulrike Demmera Alîkara Berdevkê Hikûmeta Almanyayê diyar kir ku Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê mitabiq man ku ji bo pevçûnên li Sûriyeyê werin sekinandin pêvajoya siyasî were pêşxistin û ev jî bi biryardarî were teqîbkirin.
Demmerê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku Merkelê û Putîn li ser têlefonê axivîn, di axaftinê da li ser rewşa navneteweyî, bi taybetî ya Sûriye û Ukraynayê sekinîn.
Demmerê got ku di axaftinê da mijara li Sûriyeyê avakirina komîteya qanûna bingehîn û vekişandina eskerên Amerîkayê nirxandin û wiha pê da çû: "Herdu alî mitabiq man ku ji bo pevçûnên li Sûriyeyê werin sekinandin pêvajoya siyasî were pêşxistin û ev jî bi biryardarî were teqîbkirin."
Demmerê diyar kir ku der barê Ukraynayê da Merkel memnun bû ku koma temasê ya sêalî di 27ê berfanbarê da li ser mijara agirbestê li hev kir.