Önder Beyter
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 01 Tebax 2019
Li başûrê Yêmenê li paytextê berwext Adenê di êrîşa bibombe ya dijî navenda ewlekariyê da li gorî encamên destpêkê 3 esker hatin kuştin, 20 eskerî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekarî û tenduristiyê hat wergirtin, li Taxa Omer el-Mixtar a bajarê Şêx Osman ê li ser Adenê li ber navenda ewlekariyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin û di encamê da 3 esker hatin kuştin.
Herwiha hat ragihandin ku piştî êrîşê ji 20î zêdetir kes rakirin Nexweşxaneya Doktorên Bêsînor a li herêmê ku rewşa hinek birîndaran jî gelekî giran e.
Ji meqamên Yêmenê ta niha der heqê bûyerê da daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.