Haydar Şahin
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Civîna Garantoran a 13an ya li ser Sûriyeyê li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê bi hevdîtinên teknîkî yên di navbera Rûsya û Îranê da dest pê kir.
Nûnerên Rûsya û Îranê di çarçoveya hevdîtinên teknîkî da li gor saeta tirkiyeyê di 07.30yê da li Otela Rîtz Caltonê hatin bal hev.
Li bendê ne ku heyeta Tirkiyeyê li gor saeta Tirkiyeyê di saet 11.00î da dest bi hevdîtinan bike.
Di rojeva hevdîtinên teknîkî da Îdlib, bakurê rojhilatê Sûriyeyê û rewşa dawîn a li welêt hene.
Alexander Lavrentievê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ji heyeta welatê xwe ra, Elî Esxer Heciyê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê jî ji heyeta welatê ra serokatiyê dikin. Seroktiya heyeta Tirkiyeyê jî Sedat Onalê Alîkarê Wezîrê Karên Derva dike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Qazaxistanê, Geîr Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê ji ber pirsgirêka tenduristiyê ew ê beşdarî civînê nebe. Di hevdîtinan da alîkarê pedersen ew ê ji heyeta NYyê ra seroktiyê bike.
Civîna sereke ya ku rejima Beşar Esed û heyeta mixalifan beşdar bibin jî ew ê sibê were kirin. Nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan ya NYyê û yên Xaça Sor a Navneteweyî jî ew ê wekî çavdêr beşdarî civînan bibin.
Di civîna 12an a 25-26ê nîsanê da statuya çavdêriyê dabûn Libnan û Iraqê û herdu welat ew ê cara ewil di civînên formata Astanayê da cî bigrin.
Hevdîtinên bi formata Astanayê yên di garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê da ji rêbendana 2017an vir da dewam dikin.