Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê bombe hat teqandin û di encamê de 12 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên ewlekariyê li Taxa El-Beyayê wesaîta bombebarkirî hat teqandin. Di bûyerê de 12 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li cihê bûyerê ji ber teqînê, di dikan û malan de xesar çêbû.