24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
BERLÎN
Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê ya li Almanyayê ji ber endamtiya PKKya rêxistina terorê û arîkarî û piştevaniya rêxistinê 3 sal cezaya hepsê da Ahmet Cyê 52 salî.
Di doza ku li Daîreya Cezayê ya 7emîn tê kirin de hat tespîtkirin ku Ahmet Cyê bi nasnava Kerîm berpirsyarê qisma ku ji Duisburg, Bonn, Koln, Bielefeld, Essen, Bochum, Dortmund û Dusseldurrfa herêmên Almanyayê pêk tê ye û ji vir ji bo rêxistinê arîkariya fînansî berhev dike.
Hat destnîşankirin ku 3 sal cezaya hepsê ya ku hat dayîn ji bo temyîzê vekiriye.
PKKya rêxistina terorê ji sala 1993yan vir ve li Almanyayê wekî rêxistineke terorê tê qebûlkirin.