24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
SOFYA
Serokomarê Bulxaristanê Rûmen Radev biryar da ku parlemento bê fesixkirin û hilbijartina pêşwext di 26ê adarê de bê kirin.
Radev da zanîn ku bi qerarnameya ku dê di 27ê de kanûna paşîn de pêşkêşî parlementoyê bike re parlementoya 43yemîn fesix kir û biryar da ku hilbijartina zû di 26ê adarê de biryar da.
Serokomar Radev eşkere kir ku di qerarnameyeke din a ku weşand de wek serokwezîrê hikûmeta teknokratan a berwext a ku dê welêr amadeyê hilbijartina zû bike Prof. Ongyan Gercîkov tayîn kir.
Radev du roj beriya niha peywira serokomariyê hilda ser xwe û tê payîn ku Radev di rûnuştina asayî ya di 27ê kanûna paşîn a parlementoyê de der heqê biryara ku da de daxuyanî bide.
Serokwezîr Borîsov ji ber ku di hilbijartinên serokomariyê yên ku di 13ê sermawezê de namzedê wî têk çû îstifa kiribû.
Serokomarê berê Rosen Plevnelîev li ser vê yekê ji bo ku ji nav hikûmeta 43yemîn hikûmeteke nû bê avakirin bi rayedarên partiyên siyasî yên ku li meclisê tên temsîlkirin re hevdîtin kiribû lê encam bi dest nexistibû.
Gercîkovê 71 salî yê ku serokatiya parlementoya 39emîn a welêt kir heta ku hikûmeta nû bê avakirin dê peywira serokwezîriyê bike.