Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
NEW YORK
Li Pîttsburgha bajarê Pennsylvaniaya eyaleta Amerîkayê bi çekan êrîşî ser sînagogekê hat kirin.
Hat ragihandin bi ser kesan da gule hatiye reşandin û mirî û birîndar hene.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê da cih digirin herî kêm 4 kes mirin û êrîşkar jî hêj di hundirê sînagogê da ye.
Polêsên ku hatin cihê bûyerê çar aliyê herêmê hildan bin kontrola xwe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Ez bûyera ku li Pîttsburgha bajarê Pennsylvaniayê qewimî dişopînim. Polês li cihê bûyerê ne. Kesên li herêma Squirrel Hillê ne divê baldar bin. Li cihê bûyerê gelek mirî û birîndar hene. Divê li hemberî êrîşkar hay ji xwe hebin. Yêzdan me hemûyan biparêze."