27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
DUHOK
Berpirsiyarê Şengalê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Qadir Qaçax got ku PKKya rêxistina terorê li herêmê jimara kampên xwe zêdekirine.
Qaçax daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku PKKyê li herêmên Girzek, Siba Şêx Xidir û Girê Uzeyrê kampên eskerî yên nû vekirine.
Qaçax got ku agahiyên ku dibêjin PKK ji Şengalê vekişiyaye derewandin. Qaçax diyar kir ku rêxistin ji cotmeha sala 2017an vir va li herêmê dixwaze tesîra xwe zêde bike û li gorî vê stratejiyekê dimeşîne.
Qaçax got ku li Şengalê hêzen Heşda Şabiyê jî hene û piştgiriyê didine PKKyê.
PKKyê êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya di 3yê Tebaxa 2014an da ya dijî Êzdiyan ji xwe ra kiribû hincet û li herêmê bi cih bûbû û polîtîkaya belavbûnê meşandibû.
PKKya rêxistina terorê li Şengalê bi navê cuda va komên çekdar ên ku ji milîtanên Êzdî pêk tên ava kiribûn.
Hêzên hevbeş ên girêdayî hikûmeta Iraqê di Cotmeha 2017an da operasyoneke eskerî li dar xistibûn û Şengal ketibû kontrola Bexdayê.
Piştî vê operasyonê PKKya rêxistina terorê îdiakiribû ku ew ji Şengal û derûdorê wê vekişiyane.