Elif Orhan
20 Îlon 2018•Rojanekirin: 21 Îlon 2018
NEW YORK
Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya ku ki herêma Harforda girêdayî eyaleta Marylandê hat kirin de 3 kes mirin.
Ji ser hesaba fermî ya Twîtterê ya Şerîfê Harfordê daxuyaniya "Em dikarin teyt bikin ku li qada di navbera Rêya Spesutîayê û Rêya Perrymanê de êrîşeke çekdarî çêbû. Gelek qurbanî hene." hat dayîn.
Di vê navberê de hat ragihandin ku êrîşkarekî birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Rayedarekî nexwest ku navê wî bê eşkerekirin di daxuyaniya ku da Assocîated Pressê de diyar kir ku di êrîşê de 3 kes mirin.
Hin çavkaniyan jî di daxuyaniyê xwe ya çapemeniyê de agahî dan ku 2 kes birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku bûyer di depoya belavkirinê ya Rîte Aîda fîrmaya dermanan qewimî û berdevka şirketê Sûsan Hendersonê daxuyaniya xwe de got ku "Niha ewlehî hema bêje pêk hatiye. Vir kêm zêde 100 kes dixebitin."
Waliyê Marylandê Larry Hogan jî got ku ji nêz ve bûyerê dişopînin û ji bo her cure arîkariyê vekirî ne.
Harford bi qasî 115 kîlometroyan li bakurê rojhilatê paytext Washîngton DCyê cî digire.